Xizmên girtiyan: Daxwaza me rakirina tecrîdê ye

  • 09:05 16 Gulan 2024
  • Rojane

Rabîa Onver

COLEMÊRG - Çalakiya girtiyan a boykotkirinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Xizmên girtiyan yên Şemzînan û Geverê der barê mijarê de axivîn û diyar kirin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe divê demidlest gav bê avêtin.
 
Girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên siyasî  çalakiya xwe ji 4'ê Nîsanê ve bi nederketina hevdîtina rûbirû, redkirina hevdîtina bi telefonê û bi çalakiya nederketina dadgehan didomînin. Xizmên girtiyan jî ji 6’ê Gulanê şûnde bi dirûşma ‘deng bidin azadiyê’ çalakiya xwe didomîn.
 
Xizmên girtiyan yên Gever û Şemzînanê bang kirin ku divê demildest tecrîd bi dawî bibe.
 
‘Kurê min surgun kirin sê rojan min agahî jê negirt’
 
Gulşen Geylanî diyar kir ku kurê wê Samî Geylanî 14 sal e bi awayekî dijhiqûqî girtî ye û got yekane sedam girtina wî ya dijhiqûqî tecrîd e. Gulşenê wiha anî ziman: “Tecrîd li Îmrailyê dest pê kir û îro bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Em malbatên girtiyan dixwazin tecrîd bidawî bibe. Em malbat bi fikarin. Em tecrîdê qebûl nakin. Tevî cezayê kurê min di meha Hezîranê de qedyaye jî hîna nehatiye berdan. Niha di hucreya yek kesî de tê girtin. Em ji girtîgehê re dibêjin çima nayê berdan dibêjin ‘sûc kiriye nayê berdan’.Sedema şewitandina înfaza kurê min ev e ku xwendina sirûda îstîklalê red kiriye, jimartina li ser piyan red kiriye. Kurê min surgun kirin me sê rojan agahî jê negirt. Ev tişta tê kirin zilm e.”
 
‘Bila wezaret gavê bavêje’
 
Gulşenê got li cihekî ku hiqûq û edelet tuneye bi salan e li pey edeletê diçin û wiha pê de çû: “Ez bang li wezareta dadê li partiyên siyasî dikim. Ji bo bidawîbûna tecrîdê bila gavê bavêje. Zarokên me di hucreyan de tên tecrîdkirin. Ji girtîgehan cenaze derkevin em ê li ber wezareta dadê agir berdin bedena xwe. Em agahiyê ji zarokên xwe nagirin.  Em bi fikarin. Bila ji bo rakirina tecrîdê gav bê avêtin.”
 
‘Bila tecrîd bidawî be’
 
Emîne Atak jî destnîşan kir ku bi salane ji bo rakirina tecrîdê gav nayê avêtin û wiha pê de çû: “Li dijî girtîgehan her kes kor û ker e. Li ser serokatiyê û girtiyan tecrîdek giran heye. Sê sale ji serokatiyê agahî nayê girtin. Ne parêzer ne malbat nikarin hevdîtinê bikin. Em ji 4’ê Nîsanê de ji girtiyan agahiyê nagirin. Bila ev tecrîd rabe. Em zarokên xwe mereq dikin.  Daxwaza me rakirina tecrîdê ye. Em dixswazin ji zarokên xwe û serokatiyê agahiyekê bigirin.”