Rejîma Îranê 1 jê jin 5 girtiyên din bi dar ve kir

  • 16:17 18 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku îro 1 jê jin 5 girtiyên din li girtîgeha Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin. Ji kesên hatine darvekirin 4 jê kurd in.
 
Li gorî nûçeyên di medyaya Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, rejîma Îranê îro 5 girtiyên ku ceza li wan hatibû birîn bi dar ve kir.
 
Hat gotin ku îro danê sibehê jina çalakvan Perwîn Musewî (50) ya ji bajarê Merax ê Îranê li girtîgehê hatiye bidarvekirin.
 
Her wiha hat diyarkirin ku çar girtiyên kurd ên bi navê Mensur Nasirî (45) ê ji Bokanê, Yusuf Seîdî Çêhre (32), Ramîn Lewendî (27) û Perwîz Qasimî (35) hatine bidarvekirin.
 
Hat gotin ku her çar girtiyên kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê hatine darvekirin û malbatên wan hatine agahdarkirin.