Kongra Star ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir

  • 14:14 21 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kongra Star a Kampa Serêkaniyê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misogeriya aştî û çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.
 
Meclisa Kongra Star a Kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên kongreyê ji aliyê rêvebera Kongra Star a kampê Zeyneb Hemo ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan bi salan e di nava tecrîdeke girand e ye. Her wiha ji bo şikandina vê tecrîdê û bi daxwaza azadiya wî ya fizîkî, wê têkoşîna jinan xurttir bibe.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin li ser esasa fikir û felsefeya Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin. Her wiha hate diyarkirin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misogeriya çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.