ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2025'AN

  • 09:00 22 Tebax 2025
  • Rojev
 
*Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Aksoy tekez kir ku dadgerî sûcdaran bi bêcezatiyê xelat dike û got, "Hemû mafên jinan ji holê tên rakirin û tenê qanûnên bi zihniyeta mêran têne bicîhanîn." DÎMEN HEYE 
 
*Hedefa me pir mezin e. Em dixwazin dema xwe veguherin serdema şoreşa jinê. Ev ne utopya ye. Derfetek dîrokî ya ku îhtîmala wê ya pêk hatinê heye gelek mezin e. Lê ev bixwe pêk nayê, em dizanin ku ji bo ev pêk bê divê em xwe pêş bixînin. Baweriya me ya bi hêza me tam e.  Tenê bila em bizanibin ku divê em mîlîtaniya jinan a azad pêş bixînin. Riya rê şoreşgeriyê jî Konfederalîzma Demokratîk a cîhanê ya jinan in.
JINEOLOJΠ
 
*Girîngiya jiyanî ya modernîteya demokratîk bêyî çareserkirina têgihîştina modernîteya kapîtalîst a ku kaosa civakî diafirîne, nayê fêmkirin. Rêya derbaskirina  modernîteya kapîtalîst ku jinên girêdana wan bî xwezayê re herî kur kirin alava herî mezin a çewisandinê, di netewa demokratîk , aboriya ekolojîk û di kirdebûna jinan re derbas dibe. DOSYA
 
*Gulîstan Tara, ku di serhildan û rêwîtiya xwe ya berxwedanê de bi pênûsa xwe rastî  belav kir, bû dengê gelê bindest. Gulistan Tara, ku cihê xwe di dilê jinên ku li azadiyê digerin de çêkir, bi têkoşîna xwe ji bo her kesî bû mînak. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Cennet Zugurli diyar kir ku ti bingehek qanûnî ya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîne û ev pêkanîn gihaye astên ku zirarê didin rûmeta mirovan û got: "Tevî raporên saziyên Ewropî jî, Tirkiyeyê ti rêziknameyên qanûnî çênekiriye." DÎMEN HEYE