ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2025'AN

  • 09:00 29 Tebax 2025
  • Rojev
 
*Siyasetmedarên, ji hêvî û heyecana ku ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye holê îlham girtine, banga mîtîngê ya li Kadikoyê ya di 31ê Tebaxê de kirin û gotin, "Divê em ji bo piştgiriya vê bangê li kolanan bin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin." DÎMEN HEYE 
 
* "Konfederalîzma demokratîk dema xwe bispêre diyalektîfa herêmî an jî global, ne herêman tîn ehember globaliyê ne jî wek alternatîf dibîne. Xweserbûna hemû hebûnan esas digire. Lê ev xweserî bi çarçoveyek berfireh de watedar dibe. Ji ber vê jî ne herêmî, yekitiyê pêk tîne. Ji bo ev têkilî bê fêmkirin divê esasên serxwebûn û girêdayînê bê zelalkirin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Berîvanên li zozanên Marinos ên Şirnexê diyar kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û tekez kirin ku tenê bi vê yekê samimiyeta pêvajoyê wê were fêmkirin. DÎMEN HEYE 
 
*Sultan Bozkurt, yek ji Dayikên Aştiyê yên Stenbolê ku beşdarî civîna komîsyonê bû, got, "Ger di nava vê pirsgirêka  100 salî de ez hîn jî nikarim xwe bi zimanê xwe îfade bikim, ev tê vê wateyê ku pirsgirêk hîn jî pir cidî û kûr in. Ji ber vê yekê, berî her tiştî, em dixwazin şert û mercên Birêz Ocalan werin başkirin. Kurdan gav avêtine, niha dora dewletê ye." DÎMEN HEYE