
Îlankirina 'Sala malbatê' qetilkirin û tundî zêde kir
- 09:02 19 Îlon 2025
- Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
ÎZMÎR - Seroka Komeleya Ewil Jin û Zarok Mujde Tozbey der barê îlankirina "Sala malbatê" ya ji aliyê desthildariyê ve hatiye îlankirin axivî û got: “Îlankirina 'Sala malbatê' tundî û qetilkirin zêde kirin. Ev îlaneke sembolîke. Ev hewldaneke ku encamên wê yên hem polîtîk hem jî aborî heye.”
Gotinên desthilatdariyê ê ku malbatê pîroz dike, jin di plana dawî de hişt, îlankirina "Sala malbatê" jî bandorek mezin li ser tundî û qetilkirinên jinan kir. Qetilkirina jin û zarokan a di 8 mehên ewil ya sala 2025’an hêza xwe ji polîtîkayên desthilatdariyê girt.
Li gorî çteleya tundiyê ya ajansa me, di 8 mehên ewil ya salê de 201 jin hatine qetilkirin.
Tundiya mêr zêde dibe
Daneyên di çeteleya tundiyê de ten, yên tên zanîn e. Jinên tên qetilkirin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve ji aliyê mêrên ‘malbata pîroz’ ve tên qetilkirin. Ne tenê di 2025’an de, piştî feshkirina Peymana Stenbolê, tundiya nava malbatê zêde bû û desthilatdariyê malbat pîroz kir, gotinên ku jinan tune dihesibîne anî ziman, tundiya mêr normal kir. Ev dane ji van pêkanînan serbixwe nîne. Desthilatdariya AKP’ê di 24 salan de tundiya mêr normal kir, jin ji qadên jiyanê dur xist û hepsê malê kir. E v hemû encama polîtîkayeke bi zanebûn bû. Sala 2025’an wek sala malbatê hat îlankirin û di vê çarçoveyê de navê jinê hat derxistin,xebatên wezareta malbat û xizmetÊn civakî, tundiya mêr zêde kir.
Seroka Komeleya Ewil Jin û Zarok Mujde Tozbey der barê îlankirina sala malbatê ya ji aliyê desthildariyê ve hatiye îlankirin axivî û da zanîn ku sala malbatê jinê ne wek şexs, wek hevjîn wek dayik pênase kiriye.
‘Sala malbatê ne îlaneke sembolîke’
Mujde Tozbey da zanîn ku "Sala malbatê" ne îlaneke sembolîke û got ev hewldaneke ku encamên wê yên aborî û polîtîk heye ye. Mujde Tozbey wiha anî ziman: “Sala malbatê, jinê ne wek şexs wek hevjîn wek dayik pênaes bike. Barên dewletê li ser milê jinan tê barkirin. Yên krez, xizmet û ewlehiya civakî li ser jinan tê barkirin. Ev jî bê guman jinan hespê malê dike ji hêza kar dur dixîne. Qada siyasî li jinan tê tengkirin û serbixwebûna aborî tê kişandin.Jinên di rolên serîtewandinê de tengezar dikin. Ji her alî ve rê li ber tundiya li ser jinan vedibe.”
‘Malbata pîroz ji bo jin û zarokan cihê herî bi xetere’
Mujde Tozbey di berdewamiyê de bi lêv kir wek komele di dosyayên girtine de piranî kujerên jinan mêrên herî nêzî wan e. Mujde Tozbey wiha bidawî kir: “Gumanbar mêrên herî nêzî jinan e. Bav, bira, hevjîn an jî xizm. Malbata ku divê ji bo jinan cihê herî bi ewle be, mixabin li wê malê tên qetilkirin. Malbata ku her tim ji aliyê dewletê ve pîroz tê dîtin mixabin ji bo jin û zarokan cihê herî bi xetereye. Em vê her roj di serlêdanan de dibînin. Jin her tim li dijî tundiya mêr têdikoşin. Divê em jin ji bo civakek azad û wekhev her timt êbikoşin. Divê em berxwedanê bidin nîşandan.”