Li Botanê pêşkonferansa Meclîsa Dayikên Aştiyê

  • 12:11 19 Îlon 2025
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Beriya Konferansa Dayikên Aştiyê ya 18-19'ê Cotmehê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Botanê li navçeya Cizîr a Şirnexê pêşkonferansek li dar xist. Konferans diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat kirin.
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Botanê li navçeya Cizîr a Şirnexê, beriya Konferansa Dayikên Aştiyê ya 18-19'ê Cotmehê,  li Salona Konferansê ya Şehîd Orhan Dogan a li avahiya Rêxistina Navçeya Cizîrê ya DEM Partiyê pêşkonferansek li dar xist. Ji Şirnex û navçeyên derdorê gelek Dayikên Aştiyê tevlî bûn. Pankarta bi nivîsa "Dayikên Aştiyê yên Botanê deng didin Îmraliyê" li salona konferansê hate daliqandin.
 
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan axivî û got, "Dayikan berdêlên giran dan. Aştî herî zêde mafê dayikên aştiyê ye. Dayikan her tim ji bo aştiyeke bi rûmet li ber xwe dan. Em hêvî dikin ku wê şer bi dawî bibe."
 
Konferansa ku diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, li çapemeniyê girtî dewam kir.