Zarokan Roja Cîhanî ya Zarokan pîroz kir

  • 13:45 10 Cotmeh 2025
  • Zarok
AMED - Zarokên li Navenda  Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Perperike ya di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî a Şaredariya Peyasê perwerdehiya pirzimanî dibin de, Roja Cîhanî ya Zarokan pîroz kirin.  
 
Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Perperike ku bi gelek zimanan perwerdehiyê dide, bi xwendekarên xwe yên biçûk re Roja Cîhanî ya Zarokan ku di hefteya yekem a Cotmehê de tê pîrozkirin, pîroz kirin. Zarokan bi vê boneyê wêne xêzkirin, daxwazên xwe li dara miradan daliqandin, govend gerandin û stran strandin.