
Beşa 28'emîn a Dokûmantera Vejîna Kurd tê weşandin
- 12:22 12 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dokûmantera Vejîna Kurd dê beşa 28'emîn a bi navê “Fîşeka destpêkê” biweşîne. Domumanter dê bi vê beşê demsala destpêkê bi dawî bike.
Dokûmantera ku li ser şopa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîroka têkoşînê ya zêdeyî nîv sedsalê ya PKK'ê radixe pêş çavan, ji roja ku dest bi weşanê kir û pê ve li eleqeyeke mezin rast hat. Heta niha 27 beşên dokûmanterê hatine weşandin. Dokûmanterê bal kişand ser dîroka Kurdistanê, kêliyên werçerxê, hebûna Kurdan a di bin zexta qirkirinê de ye û bi taybetî işaret bi pirsgirêka Rêbertiyê kir. Dokûmanterê raxist pêş çavan ku bi rabûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re lêgerîna azadiyê beriya salên Enqereyê çawa veguherî koma destpêkê, piştre bû tevgerek û bi biryara Partîbûnê re li Kuridstanê têkoşîneke çawa hate meşandin. Ev hemû serdem jî bi gelek bûyer û belgeyên nayên zanîn hate nîşandan.
Salên Rojhilata Navîn ên bi têkoşînê têr û tijî, berxwedana dîrokî ya li zindanên Amedê destpê kir, bi biryara vegera li welêt re destpêkirina têkoşîna çekdarî bi vegotinên şahidan û belgeyan hate nîşandan. Vejîna Kurd dê beşa 28an Çarşemê li Stêrk TV bi “Fîşeka Destpêkê” biweşîne. Dê bi vê beşê sezona destpêkê bi dawî bike. Di beşa fînalê ya dokûmanterê de wê gavên fermandarê mezin ê Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an Mahsûm Korkmaz bê şopandin, bûyerên wê demê bêne nîşandan û bandora vê çalakiya mezin a li çar parçeyên Kurdistanê, li nav û derveyî PKK'ê û li zindanan bi vegotinên şahidan bê nîşandan.
Dokûmanter piştî navbereke Kurd wê pêvajoya ji Pêngava 15'ê Tebaxê heta bi Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi sezona nû bi navê “Vejîna Duyemîn” careke din li ser ekranên Stêrk TV û Medya Haber TV'ê bê weşandin.