Doza der barê mirina bi guman a Necla Ozmen de hat dîtin
- 22:29 4 Mijdar 2026
- Hiqûq
STENBOL- Runiştina doza der barê mirina bi guman a a Necla Ozmen ku li Arnavutkoyê ji katê sêyemîn ê avahiyê de bi guman ket û jiyana xwe ji dest da hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê gumanbar Abdullah Ozmen ku ji sûcê ‘ji qestî hevjîn kuştin dihat darizandin biryara berdewamirina girtina wî da.
Li navçeya Arnavutkoy a Stnebolê di 26’ê cotmeh a2025’an de jina bi navê Necla Ozmen bi guman ji katê sêyemîn ê avahiyê de ket û jiyana xwe ji dest da. Der barê Abdullah Ozmen ku pê re zewicandibû ve ji sûcê ‘ji qestî hevjîn kuştin’doz hat vekirin. Yekemîn runiştina dozê li 7’emîn Dadgeha Ceza Giran a Edliyeya Gazîosmanpaşa hat dîtin. Gumanbarê girtî Abdullah Ozmen û parêzerên aliyan tevli bûn.
Gumanbar îdia kir ku ew bê sûce û piştre şahid hatin guhdarkirin. Xizmên gumanbar îdia kirin ku gumanbar bê sûce.
Heyeta dadgehê der barê gumanbar Abdullah Ozmen ku ji sûcê ‘ji qestî hevjîn kuştin dihat darizandin biryara berdewamirina girtina wî da û doz taloqî 29’ê Kanûnê hat kirin.







