
Lî Rêya Armûşê pêdiviyên jinan tên tespîtkirin
- 16:27 30 Tîrmeh 2025
- Rojane
WAN - Şaredariya Rêya Armûşê ji bo pêkanîna çareseriyan pêdiviyên jinan li li hên wan tespît dike.
Şaredariya Rêya Armûşê li Wanê dest bi xebata tespîtkirina pêdiviyên jinan kiriye bi çêkirina nexşeyek ji hewcedarî û daxwazên wan da ku polîtîkayeke xizmetguzariyê ya bihêz pêş bixe. Ji bo tespîtkirina pêdiviyên wan, Mudura Polîtîkayên Jinan Gülderen Umur û xebatkar pêşî serdana taxa Sixkê kirin. Koma jinan li deriyê her jinekê da û yek bi yek bi wan re hevdîtin kir.
Navenda Piştgiriya Jinan a Çil Kezî hate nasandin
Di dema serdanan de, broşûr ji bo Navenda Piştgiriya Jinan a Çil Kezî, ku berê di nav şaredariyê de hatibû damezrandin, hatin belavkirin. xebatkarên jin karûbarên piştgiriya civakî, psîkolojîk û hiqûqî yên ku navend pêşkêş dike rave kirin û anketek ji bo destnîşankirina pêdiviyên pêşîn ên jinan pêk anîn.
Muduriyeta Polîtîkayên Jinan, wê li tevahiya navçeya Rêya Armûşê van xebatên xwe bidomîne ku pêdiviyên wan di cih de tespît bike.