Li Zarokistanan qeydan dest pê kir

  • 12:17 1 Tebax 2025
  • Rojane
AMED - Ji bo ku zarok di hawîrdoreke ewle, saxlem û bi kalîte de dest bi jiyanê bikin, Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalok û Perperike di bin banê Gerînendetiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê de hate vekirin. Navenda Zarokistanan ragihand ku ji bo sala perwerdeyê ya 2025-2026’an qeydan dest pê kirine.
 
Li gorî daxuyaniya rayedarên Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalok û Perperike, qeydan ji 1’ê Tebaxê ve dest pê kirine û heta 10’ê Tebaxê dewam dikin. Dê û bav dikarin zarokên xwe bi hêsanî li ser malpera fermî ya şaredariyê qeyd bikin.
 
Gerînendetiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê bang li hemû dê û bavan kir ku beşdarî vê pêvajoya qeydê ya girîng bibin û bal kişandin ser girîngiya perwerdeya destpêkê ya zarokan. Navenda Zarokistanan ya Krêş û Lênihêrîna Rojane ne tenê xizmeta lênêrînê pêşkêş dike, lê di heman demê de di hawîrdoreke nûjen û ewle de bi perwerdeyeke pirzimanî piştgiriyê dide geşedana laşî, hişî û civakî ya zarokan.
 
Malpera qeydê ya serhêl: https://kayapinar.bel.tr/index.html