
Îlham Ehmed: Pirrengî jêdera hêzê ye
- 13:38 8 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kiriye ku pirrengî ne gef e, berovajî wê, jêdera hêzê ye.
Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xiwêran a Hesekê dest pê kir. Di konferansê de nêzî 500 siyasetmedar, rewşenbîr, şêxên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên Suryan-Asûr-Kildan, Ermen, Tirkmen, Çerkes, hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û rêxistinên jinan, keşîşê Cizîrê û Firatê Marmaros Amsîh, Yekitiya Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û şêx Murşîd El Xeznewî amade ne. Hevseorkên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, hevseroka MSD’ê Leyla Qereman jî beşdar in.
Bi navê Rêveberiya Xweser, QSD, MSD, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêkhateyên herêmê axaftin hatin kirin. Her wiha dê peymanên Durziyên Miwehidîn û Elewiyan ên ji bo konferansê hebûn.
Dê belgeya konferansê were xwendin, nirxandin û pêşniyarên beşdaran hebin jî. Di dawiyê de dê encamnameya konferansê were xwendin.
Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed ve hat kirin.
Îlham Ehmed diyar kir ku konferans di pêvajoyeke girîng a dîroka Sûriyeyê de tê lidarxistin, lewra berpirsyariya siyasî û exlaqî ya li hemberî welat ji her kesî tê xwestin.
Îlham Ehmed destnîşan kir ku konferans îfadeya zindî ya îradeya gelan e ku di yekrêzê de li hemberî şer li ber xwe bidin û bi birêxistinbûnê li hemberî paşguhkirinê rabin û modelek demokratîk a li ser bingehê hevnaskirin, tevkariya rasteqîn û edaleta civakî ava bikin.
Îlham Ehmed da zanîn ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen, Tirkmen, Çaçan, Çerkes, misliman, xiristiyan û êzidî îsbat kirin ku pirrengî ne gef e, lê jêdera hêzê ye û wiha domand: “Pêkhateyên herêmê îsbat kir ku parastina rasteqîn ne ji derve tê, lê bi îradeya hevbeş a ji bo avakirina aştî û edaleteke mayînde pêk tê. Berdewama hişmendiya yekalî ya rêvebirinê wê aloziyan kûrtir bike.”
Îlham Ehmed konferans wek serekftineke siyasî ya gel pênase kir ku armanc jê "diyarkirina siberoja Sûriyeya nû ya li ser esasê tevkariya rasteqîn, hevnaskirin, nûnertiya adilane, hemwelatîbûna rasteqîn, pirrengî, nenavendîbûn û demokasiyê ku garantiyên yekitiya welat û aramiya wê ye.”
Îlham Ehmed diyar kir ku beşdariya nûnerên herêmê di konferansê de cewherê proseya siyasî û destûrî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan û bêyî beşdariya çalak Sûriyeya nû ava nabe.”
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku "piştî salên dirêj ji desthilatdarî û înkarê ev konferans bibe gavek ber bi Sûriyeya nû ve ji bo tevahî pêkhateyên wê û siyasetê vegerîne wateya wê ya exlaqî.”