
Şîrîn Yalincakoglu ya KCDP’î: Bêcezahiştinek sîstematîk heye
- 09:02 10 Tebax 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalincakoglu der barê tundiya li ser jinan a her diçe zêde dibe de axivî û da zanîn ku polîtîkayek bêcezahiştinê ya sîstematîk heye û balkişand ser têkoşîna jinan a hevpar.
Tundiya sîstematîk a li ser jinan roj bi roj giran dibe. Li gorî daneyên ku ajansa me berhev kirine di meha Tîrmehê de 28 jin û 3 zarok hatine qetilkirin û 25 jinî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî rapora Platforma Em ê Qetilkirina Jinan Rawestînin (KCDP) ya 6 mehen salê ji sedî 65’ê jinan li malê hatine qetilkirin û ji sedî 35 jî ji aliyê mêrên bi wan re zewicandî ve hatine qetilkirin.
Nûnera Platforma Em ê Qetilkirinên Jinan Rawestînin(KCDP) Şîrîn Yalincakoglu der barê mijarê de axivî.
Sûcdar tên berdan
Şîrîn Yalincakoglu daxuyakirin ku jin wê li dijî tundî û qetilkirinan bêdeng nemînin û wiha got: “Li dijî qetilkirina jin û zarokan tundiya li hember jin û zarokan emnikarin bêdeng bimînin. Serê van bûyeran tê girtin û polîtîka bêcezahiştinê heye.
Gumanbarên ku jin û zarokan qeitl dikin, bê ceza tên hiştin û piştre dîsa sûcên xwe didomînin. Serokê diyanetê hefteya borî di xutbeyê de li ser cil û bergên jinan li ser jiyana jinan axivî. Ev rê li ber van bûyeran vedike. Di serî de jin û saziyên civakî û hemû civak û partiyên siyasî divê li dijî vê xebatên cidî bimeşînin. Em jin divê piştgiriyê bidin van xebatan.”
Polîtîka bê cezahiştinê diparêze
Şîrîn Yalincakoglu destnîşan kir ku wê mafên destura bingehîn ya jinan biparêzin û ji bo vê jî wê têkoşînê mezin bikin. Şîrîn Yalincakoglu wiha bi lêv kir: “Mêr hertim tên parastin. Em van herî zêde di dozên jinan de dibînin. Mêr bi rehetî dibêjin ‘ew ji xwe di vê rê de bû, ez dam zorê, namûsa min qirêj kir, gotin anî ser min’ û xwe diparêzin. Hêza ku beden, zarok, pêşeroja jinan ji dest bigire bi xwe re dibîne. Divê ev di alî hiqûqî de bê nîqaşkirin. Ser mirinên biguman di bin navê întîxarê de tê girtin. Polîtîka bê cezahiştinê gumanbaran diparêze. Divê em xwe rêxistin bikin û pêşî li van qetilkirinan bigirin.”
‘Em bibin yek em ê bi ser kevin’
Şîrîn Yalincakoglu wiha dawî lê anî: “Ji bo tundî bi dawî bibe divê newekheviya zayendî ji holê rabe.Jinan di seranserê dîrokê têkoşîna xwe bi xwe afirandine.Divê peymana Stenbolê û qanûna 6284 pêk bê. Dema ev pêk bên wê jin û zarok jî bên parastin. Bi pêkanîna qanûnan em dikarin ji tundiyê dur bijîn.Divê hemû jin bêyî teredut tevli têkoşînê bibin. Dem ku jin bibin yek wê bi ser kevin.”