Ji bo enternasyonalîst Emîne Erciyes û du hevalên wê daxuyanî

  • 10:34 8 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HPG'ê ragihand ku Emîne Erciyes, endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR û şoreşgereke ji Tirkiyeyê, tevî du hevalên xwe jiyana xwe ji dest daye.
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ji endamên Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) û gerîlayên YJA Starê Zîn Zagros (Leyla Acar) û Ekîn Amara Toldar (Şehrîban Akin) ên li gel wê şehîd bûn, bi bîr anî.
 
Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
"Endama Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û YJA Starê û Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê fermandara me ya hêja hevrê Emîne Erciyes û milîtanên leheng ên xeta fedaî ya Apoyî hevrêyên me Ekîn Amara Toldar û Zîn Zagros di 20'ê Nîsana 2020'î de li herêma Garê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.
 
Şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê bi baweriya ji şoreşa hevpar a gelan û sosyalîzma rasteqîn li ser bingeha armanca Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad zêdeyî nîv sed sal in têdikoşin. Rêber Apo xwedî li bîranîn û armancên şoreşgerên leheng û pêşeng Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan û Denîz Gezmîşan derket, bi vî rengî têkoşîna PKK'ê da destpêkirin û mezin kir. Rêber Apo ev têkoşîna ku di oxira jiyana azad a gelan de 52 sal in dimeşîne, li ser bingeha feraseta neteweya demokratîk û hevgirtina gelan dixwaze îro bigihîne encamekê. Gelek şoreşgerên Tirkiyeyê yên leheng û hêja di nava dehan salan de tevlî vê feraseta, xet û têkoşîna Rêber Apo bûn, şer kirin û hinek ji wan bi lehengî şehîd bûn, veguherîn ruh, nirx û hişmendiya hevpar a xwişk û biratiya gelan. Gelek hevrêyên me yên jin û mêr ên enternasyonalîst hîn jî ala vê têkoşînê bi rûmetdarî hildigirin û têkoşîna ji bo azadiya gelan bi biryardarî dewam dikin.
 
Yek ji hevrê û pêşengên me hevrêya me Emîne Erciyes bû ku weke jineke leheng a gelê Tirk ji quntara çiyayê Erciyesê tevlî vê têkoşînê bû, bêyî ku gavekê bi paşve biavêje 24 salan bê navber têkoşiya, sekneke gelekî xurt a jin a azad nîşan da û gelek wezîfeyên şoreşgerî bi rûmetdarî hilgirt û bi cih anî. Hevrê Emîne weke şoreşgereke Tirkiyeyî şoreşgereke sosyalîst û enternasyonalîst a rasteqîn bû ku di serî de gelê Kurd dilê xwe ji bo gelên bindest hemûyan lê dida. Bedewî û heqîqeta şoreşê di nava îdeolojiya Apoyî de li çiyayên Kurdistanê dît. Bi vê bawerî, têgihiştin, ked, coş û hezkirinê tevlî vê têkoşînê bû. Li her qada têkoşîna me cih girt, jiyan kêlî bi kêlî bi kedê hûnand û xwe jinûve ve afirand. Xwe gihand sekn û pêşengiya jin a azad ûw eke endameke Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di asta herî bilind de bi berpirsyariya têkoşîna me ya azadiya jinê rabû. Bi kesayatiya xwe ya pir reng û pir alî ji helbestê heta bi şano, ji muzîkê heta bi lîstika li nava fîlman nîşan da ku gerîlatî ne tenê şer e, lê modeleke herî mezin a jiyana azad e. Jiyana azad a gerîla jiya ku weke helbestê diherike, hem milîtanî hem jî fermandarî ji vê jiyanê re kir. Weke hevrê û milîtaneke heqîqî ya Rêber Apo, fermandareke jin a bêhempa ya têkoşîna azadiyê ya gelan têkoşîna xwe ya 24 salan di asta herî bilind de tacîdar kir.
 
Hevrêyên me Ekîn û Zîn jî jinên leheng ên Kurd bûn ku weke hevrêya me Emîne bi eşqa azadiyê tevlî nava PKK'ê bûn. Wan jî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me her cûre zor û zehmetî dan pêş çavên xwe û tevlî bûn. Li çiyayên Kurdistanê bi wêrekî têkoşiyan, her ku şer kirin azad bûn, her ku azad bûn jî bedew bûn. Weke şervan û fermandarên YJA Starê yên leheng navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin.
 
Hevrêyên me Emîne Erciyes, Ekîn Amara Toldar û Zîn Zagros weke jin ên leheng ên çiyayên Erciyes, Botan û Zagrosê dest dan hev, têkşoiyan û bûn milîtanên leheng û esîl ên gelê me. Em hevrêyên xwe bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelên Anatoliyê û Kurdistanê re dixwazin. Di şexsê van fermandarên me yên jin ên leheng de ji bo xwişk û biratiya gelan em soza xwe dubare dikin ku şoreşa xwe ya azadiyê bi serketinê tacîdar bikin."