
Li Mûşê Navendeke Hevgirtin û Jiyanê ya Jinan tê avakirin
- 13:04 12 Îlon 2025
- Rojane
MÛŞ - Şaredariya Mûşê Navenda Agahdariyê ya li taxa Sunay vediguherîne Navendeke Hevgirtin û Jiyanê ya Jinan.
Şaredariya Mûşê ji bo piştgiriya bi xebatên jinan re Navendeke Hevgirtin û Jiyanê ya Jinan ava dike. Navenda Agahdariyê ya li taxa Sunay dê di bin Rêveberiya Xizmetên Jin û Malbatê de bixebite û dê şêwirmendiya psîkolojîk û hiqûqî bide jinan. Ji bo zarokan jî odeyeke lîstikê ya ewle dê were çêkirin û atolye dê ji bo piştgiriya pêvajoyên hilberîn, parvekirin û fêrbûna jinan amade bin.
Civînên taxê dê li navendê werin lidarxistin da ku guh bidin hewcedarî û daxwazên jinan. Ji bo pêşkêşkirina çalakiyên agahdarkirinê dê komên hişyariyê werin avakirin. Armanc ew e ku bi rêberiya jinan li ser yekîneyên piştgiriyê yên berdest hevgirtina civakî were xurtkirin.