Komxebata Kurdî dest pê kir

  • 12:08 15 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
WAN - Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” ku Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk li dar dixe, dest pê kir. 
 
Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” ku Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk li dar dixe û dê 2 rojan bidome, li Eywana Dawetê ya Ciraganê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dest pê kir. 
 
Di eywanê de pankartên “Statûya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” û “Ji bo zimanê Kurdî têkoşîn û xebat” hatin daliqandin. Endamên saziyên sivîl, nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî û gelek kes tev li komxebatê bûn.
 
Di bernameya vekirinê de Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar axivî û got: “Em ewilî rêzdarî û minetdariya xwe ji bo Baba Tahirê Ûryan, Feqiyê Teyran, Mensûre Kurdistanî, Cegerxwîn hwd. pêşkêş dikin. Em rêzdariya xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan ku ev derfet daye me ku em vê komxebatê li dar bixin, pêşkêş dikin û em rêzdariya xwe ji bo hemû şehîdan pêşkêş dikin. Em gelek spasiya xwe ji bo hemû pêkhateyên Kurd jî dikin. Rêzdar Abdullah Ocalan, dibêje ku ‘ziman ji bo neteweyekê ji nan û av girîngtir e.’ Her wiha dibêje ku kes û neteweyên ji zimanê dayîka xwe bêpar ji ajalan jî berjêrtir in. Lewma ziman weke laşê mirovan pênase dike û dibêje lê xwedî derbikevin.”
 
Bernameya komxebatê bi vî rengî ye:
 
15'ê Cotmehê
 
* 10.00 – 10.15 Destpêkirina bernameyê
 
* 10.15 – 11.45 Di Tevgera Azadiyê û Neteweya Demokratîk de Zimanê Kurdî û Stratejiya Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî
 
* 12.00 – 13.30 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Siyaset û Rêveberiyên Xwecihkî
 
* 15.00 – 16.30 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Jin, Zarok û Ciwan
 
* 16.45 – 18.15 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Çand û Wêjeyê
 
16'ê Cotmehê
 
* 10.00 – 11.30 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Ekolojî, Perwerde û Qadên Din ên Kedê
 
* 11.45 – 13.15 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Bîr û Baweriyê
 
* 15.00 – 16.30 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Çapemenî û Weşangeriyê
 
* 16.45 – 18.15 Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Hiqûq û Dîplomasiyê