
Rektor destûr neda rojnameger bikevin Zanîngeha Yuzuncu Yilê
- 16:01 15 Cotmeh 2025
- Rojane
WAN - Rojnamevanên ku ji bo çalakiya xwendekaran û daxuyaniya rektor Hamdullah Şevlî bişopînin çûbûn Zanîngeha Yuzuncu Yilê, bi hinceta "Talîmata rektor heye” hatin astengkirin.
Rojnamevanên ku ji bo çalakiya xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê û daxuyaniya rektor Hamdullah Şevlî ya têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bişopînin çûbûn zanîngehê, hatin astengkirin û destûr nehate dayin têkevin hundir. Nûçegîhana ajansa me JINNEWS'ê Buşra Turan, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ozlem Yacan û Bîlal Babat, rojnamevan Rûşen Takva û Kadîr Cesûr dema dixwestin têkevin hundir, bi gotina "talimata rektor heye” hatin astengkirin.