Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdehiyê

  • 20:03 1 Ocak 2026
  • Rojane
ÊLIH - Li gelek bajarên Kurdistanê ji ber barîna zêde ya berfê û qeşayê di 2’ê çile de rojekê navber dan perwerdehiyê.
 
Li gelek bajarên Kurdistanê ji 28’ê Mijdarê heta niha berfa dibare bandorek neyînî li ser jiyanê kir. Bi barîna berfê re germahiya hewatê ket bin sifirê û li gelek bajaran navber dan perwerdehiyê. Li gorî daxuyaniyên ji aliyê walîtiyan ve hatiye dayîn li Êlih, Wan, Amed, Sêrt, Dêrsîm, Çewlîk, Elezîz û gelek bajarên din rojek navber dane perwerdehiyê.