Wêneya Evîn Ebasî gihaşt fînala pêşbirka cîhanî

  • 16:21 8 Tebax 2026
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Wêneya Evîn Ebasî ya bi navê "Ketina Hundir Qedexe Ye", gihîşt qonaxa fînalê ya pêşbirka cîhanî ya sala 2026’an ku tê de bi sed hezaran wênekêş ji 124 welatan beşdar bibûn.
 
Evîn Ebasî, wênekêş û hunermenda afirîner a xelkê bajarê Baneyê ya parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bi kişandina wêneyekî di bin navê "Ketina Hundir Qedexe Ye" de, karî nav û berhema xwe di qonaxa fînalê ya yek ji herî nav û deng ya pêşbirkên navneteweyî yên wênekêşiyê ya li seranserê cîhanê ya bi navê “LensCulture” a ji bo sala 2026’an de bide qeydkirin.
 
Hate destnîşankirin ku pêşbirka navneteweyî ya LensCulture salane bi beşdariya wênekêşên herî navdar û hêja ên ji pênc parzemînên cîhanê tê lidarxistin.
 
Di vê dema pêşbirkê de, bi sed hezaran wêne ji aliyê wênekêşan ve ji 124 welatên cuda pêşkêşî desteyê hatibûn kirin. Piştî gelek qonaxên lêkolîna hûr, tenê 41 berhem karîn bigihîjin qonaxa fînalê; wêneya Evîn Ebasî jî wekî nûnera Rojhilatê Kurdistanê û herêmê di nav wan 41 berhemên bijarte de cihê xwe girt.
 
Festîvala LensCulture yek ji navendên herî pêbawer ên navneteweyî ya di warê wênekêşiyê de ye ku desteya wê ya dadweriyê ji rêveberên muzexaneyan, xwediyên galeriyên navdar û sernivîskarên kovarên pispor ên wênekêşiyê yên li seranserê cîhanê pêk tê.
 
Serkeftina vê jina hunermend a Kurd di vê pêşbirkê de, destkeftiyeke mezine ji bo cîhana huner û wênekêşiya li Kurdistanê û nîşana hêza jinên hunermend ên Kurde di qadên navneteweyî de.