Fîgen Yuksekdag: Ev qanûn xwedî li girîngiyeke dîrokî ye

  • 16:03 8 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîgen Yuksekdag, der barê qanûna çarçoveyî de wiha got: "Erê, ev destpêkek e. Lê divê vê yekê bi awayekî lez ji destpêkek derxin û bi rêziknameyên demokratîk û hiqûqî yên berfirehtir temam bikin.”
 
 Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a nêzî 10 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Hejmar 1 a Kocaeliyê tê girtin, der barê qanûna çarçoveyî de nirxandin kir.
 
Fîgen Yuksekdag, ji pirsa Gerînendeya Giştî ya Weşana Îlke TV'yê Sevda Çetînkaya ya "Gelo dê kî ji qanûna çarçoveyî sûdê bigre û kî were berdan?" re vê bersivê da; “Bawer bikin, me li ser vê yekê nîqaş nekir lê me pîrozbahiyek kir. Ji ber ku di dema axaftina me de, me agahiya berdanê ya du hevalên xwe yên jin ên girtî girt. Lijneya Îdarî û Çavdêriyê, ji Sona û Gazel re agahiya dîroka berdana wan da. Em keniyan, reqisîn û tilîlî kişand."
 
Fîgen Yuksekdag, wiha got: "Em ji xwe bi awayekî neheq û neqanûnî girtî ne. Em ji ber çalakiyên xwe yên siyasî hatin darizandin û cezakirin. Biryarên DMME’yê yên der barê min û Selahattîn Demîrtaş de hene. Ji bo azadiya me, pêwîstî bi qanûneke çarçoveyî nîn e. Lê ev qanûna çarçove ji bo berdana girtiyên siyasî yên ku bi neheqî di girtîgehê de ne, zêdetir xwedî girîngiyeke pir mezin û dîrokî ye.”
 
Fîgen Yuksekdag, da zanîn ku rexneyên der barê çarçoveya pêşnûme qanûnê de mafdar dibîne û tekez kir ku divê ev xala girîng neyê paşguhkirin û wiha got: "Nav çarçove ye lê çarçoveyek teng e. Gelo kî naxwaze ew berfirehtir be? Metn duh ket destê min û dema ku min ew xwend, min got, 'Ez bi nivîsekî bi fikarên ewlehiyê re hatiye nivîsandinê re rûbirû me.’ Metneke ku di nava têgehên sûc û ceza de li riyek ji bo aştiyê digere ye.
 
Lê tiştekî ku divê qet neyê jibîrkirin heye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd cara ewil bûye mijara rêziknameyek qanûnî ya rasterast; ev xalek werçerxê ya dîrokî ye. Sed sal piştî devjêberdana belgeyên Makezagona Bingehîn a 1921’ê û têgihîştina Kurdan înkar kir, em îro behsa rêziknameyek qanûnî nîqaş dikin ku dê bikevin nava hiqûqê, dikin. Li pişt vê yekê têkoşînek pir mezin, pir dijwar û pir biha heye. Ev qonax bi xwe derneket holê.”
 
Fîgen Yuksekdag, diyar kir ku her çendî mafê rexnekirinê ya derdorên çep-sosyalîst heye jî ev ne bes e û wiha axivî: "Bêguman tevgerên çepgir û sosyalîst xwe mafê rexnekirinê ne. Lê ger îdîayeke we ya sosyalîst hebe divê hûn bi qasî rexne dikin, beşdarî vê pêvajoyê bibin, berpirsiyariyê bigrin ser xwe û hewl bidin. Veguherînên mezin ne tenê bi rexneyê, di heman demê de bi beşdarbûna di têkoşînê de jî pêkan e. Her kêmasiyên ku ji destpêkê ve di pêşniyara qanûna çarçove û pêvajoya aştiyê heye, ev kêmasiyên siyaseta demokratîk in, kêmasiyên me hemûyan in û kêmasiyên têkoşînê ne.”
 
Fîgen Yuksekdag, diyar kir ku divê qanûna çarçove wekî armanca dawî neyê dîtin û got: "Erê ev destpêkek e. Lê divê vê yekê bi awayekî lez ji destpêkek derxin û bi rêziknameyên demokratîk û hiqûqî yên berfirehtir re temam bikin.”