 
				Strana Newroza 2023’yan diyar bû
- 13:14 10 Adar 2023
- Rojane
	AMED -  Newroza îsal dê bi dirûşmên “Her der Newroz her dem azadî" û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” li gelek bajaran bê lidarxistin. Ji bo Newroza 2023’yan strana “Rakin meşala Newrozê" hate amadekirin. 
	Deklarasyona Newroza 2023’yan li Amedê hate ragihandin û strana Newroza îsal hat pêşandan. Strana Newroza îsal ku dê bi dirûşmên “Her der Newroz her dem azadî" û "Bi agirê Newrozê re ber bi azadiyê ve” bê lidarxistin, ji hêla nivîskar Mihemedê Pîrosî ve hatiye nivîsandin. Her wiha Kolektîfa Navendên Çanda Mezopotamyayê jî striya ye. 
	Gotinên strana "Rakin meşala Newrozê" wiha ne: 
	Rakin meşala Newrozê 
	Wek dilopên cemra mezin
	Dîsa ketine xwezayê
	Derket roja li rojhilatê
	Germ û şewqa xwe dayê
	Dengê serdemeke nû
	Kuşt hêza sir û sermayê
	Agirê germesor em in
	Newrozê tîna xwe dayê
	          ***
	Dîsa em, pêla bahozê
	Hilda bizotê Newrozê
	Em ê rakin dûxan û tozê
	Bi meş govenda Newrozê
	Rakin meşala Newrozê
	           ***
	Dîsa em qewmê mezin
	Li vê axê bû hêz û vîn
	Em in hêrsa li dîrokê
	Ser soz û qewlê dawîn
	Sonda me bi demsalan
	Bihar payîz û havîn
	Îsal agirê Newrozê
	Dê bikin gurzê dawîn
	           ***
	Dîsa em, pêla bahozê
	Hilda bizotê Newrozê
	Em ê rakin dûxan û tozê
	Bi meş govenda Newrozê
	Rakin meşala Newrozê

 
				 
				 
				 
				 
				





