 
				Strana hilbijartinê ya nû ji bo DEM Partiyê
- 14:05 18 Sibat 2024
- Ramyarî
	NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê strana xwe ya nû ya ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya  da nasandin. 
	Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di bernameya têkildarî danezana hilbijartinê ya li Enqereyê de straneke nû ya hilbijartinê da nasandin. Gotinên strana “Serfiraz bo DEM Partî” ku bi zaraveyên kurdî yên kurmancî û kirmanckî hatiye amadekirin ji Omer Barasi û Erol Şaybak ve hatiye nivîsandin. Muzîk û aranjeya stranê Deng û Beng Studioyê kiriye û Hozan Comerd distrê. Gotinên stranê wiha ne: 
	Kurmancî
	Rizgariya bajaran e
	Va em hatin DEM bihar e
	Mohra jin û ciwanan e
	Pêkanîna xeyalan e
	DEM hilat û hat meydanê
	Geş kir agirê berxwedanê
	Bi deng û rengê xwezayê
	Xweş kir govenda jiyanê
	Kirmanckî
	Vila binê horîsan o
	Kila çimê xezalan o
	Hêvîya deşt û koyan o
	Wurzê xo ser Dem wisar o
	Cinî, camêrd û xortî
	Zerrî polad û pêtî
	Şarî benî serdestî
	Serfiraz bo DEM Partî

 
				 
				 
				 
				 
				





