Li dijî neçîra pezkovıyan bertek

  • 20:40 9 Tebax 2026
  • Ekolojî
 
 
COLEMÊRG -Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navçeyên Şemzînan û Geverê bi daxuyaniyekê bertek nîşanê îhaleya ku ji bo nêçîra 3 pezkoviyan li Şemzînan û Geverê hat kirin dan.
 
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navçeyên Şemzînan û Geverê, ji ber ku Rêveberiya Herêmî ya 14’emîn a Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî bi rêya îhaleyê jiyana 3 pezkoviyan kiriye mijara firotinê bi daxuyaniyekê bertek nîşandan. Daxuyana çapemeniyê ya li Geverê li pêşiya avahiya partiyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê Şeyda Bellîer ve hat xwendin. Ya li Şemzînanê jî li pêşiya avahiya partiyê ji aliyê Hevserokê navçeyê Egîd Tekîn ve hat xwendin.
 
‘Ev îhale li dijî ekolojiya civakî ye’
 
Egîd Tekîn bal kişand ser îhaleyê nêçîrê ya pezkoviyan û got: “Îhaleya nêçîrê ya li Gever û Şemzînanê hatiye vekirin li dijî Ekolojiya Aştiyê û Ekolojiya Civakî ye. Îhaleya ku ji aliyê Rêveberiya Herêmî ya 14emîn a Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ve ji bo nêçîra 3 bizinên kovî li navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê di çarçoveya sezona geştiyariya nêçîrê ya 2026-2027an de hatiye vekirin, ne tenê danûstandinek aborî ye; ew êrîşeke eşkere ye li ser xweza, jiyan û aştiyê. Ev pratîk yek ji mînakên herî berbiçav ên mantiqa bazarê ye ku jiyana kovî bazirganî dike û zindiyan wekî “çavkaniya dahatê” dibîne. Li gorî perspektîfa ekolojiya aştiyê, aştî ne tenê bêdengkirina çekan di navbera mirovan de ye. Aştî têkiliyeke dadperwer, beramber û bêtundûtûjî ye ku bi hemû zindiyan, ekosîsteman û xwezayê bi xwe re hatiye avakirin.”
 
Îhaleyê rawestînin
 
Egîd Tekîn di berdewama Axaftina xwe de bal kişand ser mafêjiyanê yê hemû zindiyan û axaftaina axwe wiha domand: “Bizinên kovî sermayeyek hevpar a vê erdnîgariyê ne. Mafê wan ê jiyanê nikare bi tu taybetmendiyên îhaleyê, tu belgeya ajansê, an tu bihayek texmînkirî ve were sînordar kirin. Ekolojiya aştiyê mafê jiyanê yê her zindiyek diparêze; ekolojiya civakî hewl dide ku vê mafî di nav têkiliyek civak-xwezayê ya kolektîf, wekhev û bê îstismar de misoger bike.”
 
Egîd Tekîn di dawiya da daxuyaniyê de daxwazên xwe wiha rêz kirin:
 
* Tavilê betalkirina îhaleya nêçîra bizinên kovî li Geverê û Şemzînanê,
 
* Rawestandina hemî îhaleyên wekhev ên ku di bin navê geştiyariya nêçîrê de têne kirin,
 
* Bila dawî li bazirganiya pezkoviyan were anîn,
 
* Ji nû ve şekildana polîtîkayên parastinê yên rastîn bi beşdariya xelkê herêmî û tevgerên ekolojîk. Jiyana kovî ne ji bo firotanê ye. Mafê
jiyanê mafê her zindiyek e. Aştî tenê di civakekê de mimkun e ku bi xwezayê re di aştiyê de be. Bangavazî û bîr înanekjî, ji bo komeleya rêxistinên mafên heywanan. Destûrê neden, wan talanan.