Li Êlihê di salona sporê de şewat: 2 jinan jiyana xwe ji dest da
- 19:13 30 Tebax 2026
- Rojane
ÊLIH- Li Êlihê di saloneke sporê de şewat derket û 2 jinan jiyana xwe ji dest da û 10 kesên ji dumanê bandor bûn xistin bin dermankirinê.
Li taxa Gultepe ya Êlihê li saloneke sporê ji ber sedemek nayê zanîn şewat derket. 30 kes di salonê de asê man û li ser îxbarê ekîbên îtfaye û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.
Li gorî agahiyên ewil 2 jinan jiyana xwe ji dest dane û 10 kes jî ji dumanê bi bandor bûne.
Xebatê vemirandina şewatê û rizgarkirina kesên asê mane didome.







