Li Gimgimê li dijî JES’ê nobed didome

  • 18:50 28 Îlon 2026
  • Ekolojî
MÛŞ - Çalakiya nobedariyê ya li dijî projeya JE’ê li gundê Xwarik ê Gimgimê di roja xwe ya 146’an de berdewam dike.
 
Çalakiya nobedariyê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin, li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê pargîdaniya bi navê IGNIS H2 Energy Generation Inc. Ku navenda wê li DYAyê ye ve tê plankirin, li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim  ya Mûşê didome.  Nobedariya dikeve roja xwe ya 146’an, pankarteke bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nede av û axa min" li cihê çalakiyê hatiye daliqandin.
 
Serdanên piştevaniyê yên ji bo vê nobedariyê jî berdewam dikin.