
Zaryab Paryanî ya li dijî Talîban ketibû greva birçîbûnê rakirin nexweşxanê
- 20:42 9 Îlon 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Almanyayê aktîvîsta Afganîstanê Tamana Zaryab Paryanî ya li dijî Talîban ev 9 roj bû ketibû greva birçîbûnê rakirin nexweşxaneyê.
Komek jinên Afgan li dijî Talîban li bajarê Koln a Almanyayê di 1’ê îlonê de ketin greva birçîbûnê û grev di roja 9’an de ye. Jinên Afgan diyar kirin ku divê dewlet dawî li hevkariya bi Talîban re bînin û Talîban ceza bikin.
Ji jinan Taman Zaryab Payanî îro ji ber pirsgirêka tenduristiyê rakirin nexweşxanê û dermankirina wê li nexweşxanê didome.