Li dijî pergala 'Sala Malbatê' avakirina pergala demokratîk

  • 09:02 14 Hezîran 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Ji meclîsa Jinan a DEM Partiyê Denîz Topçu der barê îlankirina "Sala malbatê" ya navbera 2026-2035’an de axivî û got: “Em piştgiriyê nadin polîtîkayên malbatê. Li dijî vê pergala hikûmetê bersiva me wê civaka demokratîk be.”
 
Bertekên li dijî polîtîkayên "sala malbatê" ku li ser beden û jiyana jinê hatiye avakirin didomin. Serokomar Tayyîp Erdogan navbera alên ‘2026-2036’an wek sala malbatê îlankir û bi vê biryarê jin raste rast hedef tên girtin û hepsê malê tên kirin. Jinan diyar kirin ku mafê biryagirtinê ya jinan ji dest tê girtin û li dijî hedefgirtina mafê welidîn û kurtajê banga têkoşînê kirin.Endama Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Stenbolê Denîz Topçu der barê mijarê de axivî.
 
Denîz Topçu da zanîn ku zextên civakê yên li ser jinan zêde bûne û balkişand ser sala malbatê ya desthilatdariyê îlan kiriye. Denîz Topçu wiha vegot: “Dixwazin vê li ser bedena jinê xwe heyî bikin. Lê aşkereya ku wisa nabe.Li Tirkiyeyê hiqûq tuneye. Qanûn pêk nayên. Ji ber vê pirsgirêk zêde dibin. Bi polîtîkayên 50 sal breê hewl didin civakê teşe bikin. Divê civak xwe rêxistin bike û xwe veguherînin civaka demokratîk.”
 
‘Sala malbatê’
 
Denîz Topçu balkişand ser qetilkirinên jinan yên roj bi roj zêde dibin û daxuyakirin ku li Tirkiyeyê ewlehiya canê jinan nemaye û ev encama polîtîka desthilatdariya AKP’ê ye. Denîz Topçu ev tişt bi lêv kir: “Yek ji armanca îlankirina sala malbatê ya desthilatdariyê eve ku barê jinan hîn girantir bibe. Dixwazin jinan hepsê malê bikin. Dixwazin jinan di pergala xwe de tune bikin û malbatê bikin anvenda xwe.  Bi van pêkanînan jinan dikin bin zextan.”
 
‘Divê polîtîkayên ji bo azadiya jinan bikevin jiyanê’
 
Denîz Topçu her wiha li ser rewşa ciwanan ya ku encama polîtîkayên destilatdariyê de dikevin nav lepê hişbirê û got: “Bikaranîna hişbirê xetere û pirsgirêkek cidiye. Jin û ciwanên di krîza aborî de pisgirêkên mezin dijîn hene. Bi 22 hezarî debarêdikin. Li Stenbolê kirêya herî kêm 30 hezare. Lê bifikirin malbat bi 22 hezarî debarê dikin.Barê giran li ser milê jinane. Divê jin û ciwan ji bo civakek demokratîk xwe rêxistin bikin.Civaka demokratîk tê wteya ku ciwan, jin, bawerî, gel û her kes xwe azad îfade bikin. Ev plîtîkayên dewletê yên zextê wê tu fêdeya wan ji kesî re tunebe. Jin wê li dijî êrîşan bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin. Em piştgiriyê nadin polîtîkayên malbatê. Li dijî vê pergala hikûmetê bersiva me wê civaka demokratîk be.”