Ji MGK’ê ji bo rojnameger Perîhan Erkilinç banga piştevaniyê

  • 18:35 14 Hezîran 2025
  • Rojane
STENBOL- MGK’ê ji bo rojnameger Perîhan Sevda Kilinç serbest bê berdan sibê saet di 20.00’an de li ser X’ê bi hastaga “#GazeteciPerihanSevdaErkilincSerbestBirakilsin” wê kampanyayê bide destpêkirin.
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGK) ji bo nûçegîhan Ozgur Gelecek Sevda Erkilinç ku 1’ê Gulanê de serdegirtina malan de hat binçavkirin, daxuyaniyek da. MGK’ê di daxuyaniya de diyar kir ku Perîhan Sevda Erkilinç nexweşa Çolyakê ye û pêvajoya girtinê de xwe negîhandiye mafê xwedîbûnê û dermanan.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê dihiqûqiya li hember Perîhan Sevda Erkilinç bidawî be û got wê  sibê saet di 20.00’an de li ser X’ê bi hastaga “#GazeteciPerihanSevdaErkilincSerbestBirakilsin” wê kampanyayê bidin destpêkirin.MGK’ê banga piştevaniyê li hemû rojnamegeran kir.