
Li Edeneyê jinek hate kuştin
- 11:34 28 Hezîran 2025
- Rojane
EDENE - Li navçeya Ceyhanê jina bi navê Sebahat Atabey hate kuştin.
Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê jina bi navê Sebahat Atabey (33) a xwediya 5 zarokan roja 25' ê hezîranê de tiyê wê êrîşî wê kir. Sebahat Atabay a ku bi derbên kêrê birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Ceyhanê. Tevî hemû hewldanan Sebahat Atabey îro serê sibê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Sebahat Atabey ji bo otopsiye birin Edeneyê û kujer Eyup Atabey hat binçavkirin.
Dê cenazeyê Sebahat Atabey piştî otopsiye bînin navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li wê dê were definkirin.