
'Divê her kes ji bo aştiyê û azadiyê têbikoşe'
- 15:06 30 Hezîran 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Peyrûze Kurt di mewlûda keça xwe de axivî û got, "Divê her kes ji bo aştî û azadiyê hewl bide."
Malbata Nûdem Kurt (Newal Mêrdîn), endama YJA STAR'ê ku di şerê sala 2024'an de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, ji bo keça xwe li mala xwe mewlûd danîn. Dayikên Aştiyê, rêxistinên navçeyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Anadoluyê ya Alîkarî û Hevgirtinê bi Kesên ku Xizmên Xwe Winda Kirine re (ANYAKAYDER) beşdarî mewlûdê bûn.
'Divê ji bo aştiyê bêtir hewl bê dayîn'
Dayika Nûdem Kurt, Peyrûze Kurt, di merasîmê de axivî û got ku banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir, hêvî da wan. Peyrûze Kurt got, "Wekî dayik, em hêviya aştî û azadiya bi rûmet hildigirin. Lêbelê, her sibeh em şiyar dibin û dizanin ku çekên kîmyewî hatine bikar anîn û gerîla hatine qetilkirin. Dayikên gerîla û dayikên leşkeran gelek giriyane. Niha guh bidin dengê dayikan, dem roj bi roj derbas dibe, dayik xemgîntir dibin. Niha guh bidin dengê dayikan. Pêvajo girîng û baş e. Ji bo vê aştiyê bêtir hewl bidin, bila xwişk û biratiya gelan hebe. Divê êdî dayik negirîn. Serokê me ji bo dozek mezin têdikoşe. Divê her kes ji bo aştî û azadiyê hewl bide."