‘Ji bo jiyankirina çand û hunera Kurd divê têkoşîn bê dayîn’

  • 09:03 3 Tîrmeh 2025
  • Çand û Huner
Nazlican Nujîn Yildiz 
 
WAN - Jinên tevli Şahiya Biharê ya Erdîşê bûn diyar kirin ku ji bo çand û hunera Kurd bê jiyîn divê ev bername bidomin. 
 
Qirkirina çandî ya feraseta netew-dewletê aniye didome. Li Kurdistanê qirkirina çandî didome. Gel li dijî vê qirkirinê bi salane ji bo çand û zimanê xwe biparêzin têdikoşin. Di demên dawî de li Kurdistanê mîhrîcanên pêk tên eleqeyek mezin dibînin. Yek ji van jî Şahiya Biharê ya Erdîşê ya ku şaredariya Erdîşê pêk anî bû. 
 
Jinan balkişandin ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibatê de kiriye û gotin ji bo aştiyê  divê çand, ziman û hunera Kurd neyê astengkirin.  
 
Derya Çelîk da zanîn ku ew ji ber şahiyên bi vî rengî gelek kêfxweş dibin û gelê Krud dixwaze bi zimanê xwe stranan guhdar bike û got: “Em bi stranên xwe serbilindin. Bi zimanê xwe serbilindin. Hunermendên me tên van mîhrîcanan. Em demên xweş dijîn. Beriya vê ‘Mîhrîcana Benda Masiyan’ hebû.  Li wir jî stranên bi zimanê me hebûn. Em Kurdin. Em gelê vir in. Em dixwazin bernameyên wisa bidomin.” 
 
‘Nikarin Kurdan ji nedîtîve bên’ 
 
Derya Çelîk balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û wiha dawî lê anî: “Hûn qedexe bikin wê ji nû ve derkevin. Ger em bixwazin hemû gel ligel hev bijîn divê hemû kes bi zimanê dayikê xwe îfade bike. Ger ku destûr neyê dayîn wê bertek hîn bêtir giran bin. Nikarin Kurdan ji nedîtîve bên.” 
 
‘Em aştiyê dixwazin’ 
 
Rabîa Guney jî nêrînên xwe anî ziman û da zanîn ku ew ji hatina hunermendên Kurd gelek kêfxweş bûne û wiha got: “Em ji hunermendên Kurd hez dikin. Em aştiyê dixwazin. Em heta dawî aştiyê diparêzin. Em dixwazin bi çand û zimanên xwe bijîn. Pir caran destur nadin hunermendên Kurd. Em dixwazin hunermendên me bên.” 
 
Leyla baydar jî  diyar kir ku ew ji bernameyên wisa kêfxweşin û wiha bi lêv kir: “Divê bernameyên wisa zêde bibin. Em aştiyê dixwazin. Zirara Kurdan ji kesî re tuneye. Aştî xweşike. Aştî başiye. Em wekheviyê,yekitiyê dixwazin.” 
 
‘Bi saya van bernameyan gel xwe nas dike’ 
 
Şahsenem Keleş jî diyar kir ku ew dixwazin pêvajo bi serkeftinê encam bibe û wiha vegot: “Ev şahiyên wisa me kêfxweş dikin. Civak bi saya van bernameyan xwe nas dikin. Xwe jibîr nakin. Em hêvîdarin wê hîn baştir bibin. 
 
Seyran Yilmaz jî diyar kir ku şahî gelek xweş derbas bûye û wiha vegot: “Kurd van bernameyan de tên gel hev. Her tişt xweş derbas dibe. Pêvajoya hatiye destpêkirinê jî xweş e. Divê Kurd xwe nas bikin. Bên gel hev. Hêviya me eve ku pêvajo baş encam bibe û tiştên xweş pêk bên.”