
Komxebata ji bo Pêşeroja Zarokistanên Pirzimanî dest pê dike
- 16:13 4 Tîrmeh 2025
- Rojane
AMED - Li Amedê, bi piştgiriya şaredariyan, bi dirûşma “Zarok Siberoja Civaka Azad in” komxebateke durojî ya girîng ji bo pêşeroja zarokistanên pirzimanî dest pê dike.
Ev komxebat ku li avahiya Şaredariya Peyasê tê lidarxistin, armanc dike ku mijarên krîtîk nîqaş bike û bernameyeke berfireh ji bo pêşxistina xebatên zarokistanan amade bike. Komxebat ji aliyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ve tê birêvebirin. Di nav van du rojan de, gelek panel û atolye têne plankirin. Mamoste, zimanzan, sosyolog û nivîskarên xwedî ezmûn dê di van panelan de nêrîn û zanîna xwe parve bikin. Armanc ew e ku bi vê hevkariyê rê û rêbazên nû û bi bandor ji bo perwerdehiya zarokên biçûk û beriya pêşdibistanê bên pêşxistin.
Komîsyona komxebatê diyar kir ku ev platform ne tenê ji bo nirxandina rewşa zarokistanên pirzimanî ye, lê di heman demê de ji bo avakirina bingeheke zexm ji bo xebatên pêşerojê jî gaveke girîng e. Tê payîn ku di dawiya komxebatê de encamên watedar bên bidestxistin û ev encam tevkariyê û rêberiyê tev li xebatên zarokistanan bikin.
Bernameya Komxebatê wiha ye:
Komxebata ji bo Zarokistanan
Zarok Siberoja Civaka Azad in
5’ê Tîrmehê
08:30 – 09:00
Destpêk û tomarkirina navan
Danişîna yekemîn
09:00 – 10:00
Vekirin
Rêzgirtin
Axaftinên Vekirinê
Sînevîzyon
Nexşerê û çarçoveya komxebatê
10:00 – 10:15 – Navbera çayê û qehweyê
Danişîna duyemîn
10:15 – 12:00
Rabirdûya xebatên ji bo zarokan û ezmûnên ku çêbûne
Samya Ozbey Korhan – Evîn Taşdemîr – Serdar Bayram
12:00 – 13:00 – Navbera xwarinê
Danişîna sêyemîn
13:00 – 14:45
Rewşa pêşdibistanan a heyî
Perîxan Altan – Ebru Şanli – Bêrîvan Duman
14:45 – 15:00 – Navbera çayê û qehweyê
Danişîna çaremîn
15:00 – 17:00
Mînak û Modelên navnetneweyî
Medya Yerlikaya – Gulser Sargul Uçak – Salîha Ayata
6’ê Tîrmehê
Danişîna yekemîn
09:00 – 10:45
Perwerdehiya pirzaravayî û pirzimanî û rola malbatan
Şêrko Kanîwar – Sûzan Vejan Tatli – Murat Burtakuçîn
10:45 – 11:00 – Navbera çayê û qehweyê
Danişîna duyemîn
11:00 – 12:45
Mufredata xwereng, afirandin û bikaranîna alav û amûrên perwerdehiyê
Rengîn Sansarkan – Yildirim Arslan – M. Salîh Ongun
12:45 – 14:00 – Navbera xwarinê
Danişîna sêyemîn
14:00 – 15:45
Mamosteyên pergala xwezaparêz, demokratîk û azadîparêziya jinê
Zekî Kanay – Esra Çiçek – Mehmet Esen
15:45 – 16:00 – Navbera çayê û qehweyê
Danişîna çaremîn
16:00 - 18:00
Guftûgoyên dawîn û Encamname
Omer Fîdan – Dîlan Guvenç – Serwet Denîz