Li girtîgeha Sine zext li rojnamegera kurd hat kirin

  • 15:37 4 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Hate ragihandin ku rojnamevan Muderîs Gurcî ya li girtîgeha Sine tê ragirtin, li mafên xwe bêpar tê hiştin û zext lê tê kirin.
 
Li gorî malpera dengê binçavkiriyên Kurd û Îranê, rojnamevana Kurd Muderîs Gurcî 8 meh in di beşa jinan a girtîgeha Sine de di bin qedexekeyek tund de tê ragirtin û niha rewşa wê gelek nebaş e.
 
Çavkaniyê ragihand ku mafên sereke yên Muderîs Gurcî li girtîgehê nehatine dabînkirin û hate gotin; “Peywendiya telefonê û dema derve hatiye sînordarkirin. Girtiya siyasî di bin çavdêriyek tund de ye, guh didin guftugoyên wan, rê nadin biçin odeya pirtûkan”
 
Hêjayî gotinê ye Muderîs jinek rojnamevan ya Kurd e û di dema şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû binçavkirin, piştre di Hezîrana 2024’an de Dadgeha Şoreş bi tometa ‘belavkirina agahiyên ne rast’ 12 sal cezayê girtîgehê lê birî, piştre ev ceza ji aliyê Dadgeha Sine ve ji bo 16 mehan hate kêmkirin.
 
Muderîs Gurcî xelkê Sine ye û ji aliyê medya cîhanê BBC ve weke yek ji 100 jinên bi bandorê ên cîhanê yên sala 2024’an ve hatiye nasandin.