Girtiyên li Îmraliyê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin

  • 18:44 7 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyand ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtina malbatê pêk hat.
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku girtiyên li Îmraliyê tên girtin bi malbatên xwe re hevdîtin kirin; Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê xwe Mazlum Dînç re hevdîtin pêk anî.
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê ev agahî da: "Birêz Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê girtî ye, bi birayê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê xwe Mazlûm Dînç re, birêz Hamilî Yildirim, birêz Veysî Aktaş, birêz Ergîn Atabey, birêz Zekî Bayhan û birêz Mahmut Yamalak îro (07.07.2025) bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn."