
Hunermenda Îranî ji ber berhema xwe ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ girtî ye
- 14:46 15 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Afrooz Kian Arasî ku ji ber xebata wê ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi temaya mozaîk salek cezayê girtîgehê lê hate birîn, li girtîgeha Doletaban ya li Esfehanê ev du mehe bi awayek ne hiqûqî tê girtin.
Hunermenda mozaîk ya Îranê Afrooz Kian Arasî, ev du meh e li girtîgeha Dolatabad ya li Esfehanê tê girtin. Hunermend ji ber berhema xwe ya bi navê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ 6 meh di heman demê de, 6 meh hatî taloqkirin bi giştî salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Hate diyarkirin ku Afrooz Kian Arasî, bêyî mafê destûrekê bê nasin, cezayê xwe kêşeye, bi awayek derûnî di nava zextê de û di şertên xirab de tê girtin.
Hunermend di sala 2023’an de cara yekem hatibû binçavkirin, piştî 12 rojan bi kefaletê hatibû berdan. Lê belê di meha Kanûna 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşa Esfehanê ve bi sûcdariya ‘propagandeya li dijî rejîmê’ hate darizandin û mehkumî ceza hate kirin. Biryar ji aliyê dadgeha temyîzê ve hate erêkirin.
Hunermenda ciwan, niha ji di 6 mehên cezayê xwe yê hatiye taloqkirin de girtiye. Afrooza Kian Arasî bi kemçeya elektronîk niha li benda tehliyeya bi şert e.