'Hevdîtina Civaka Demokratîk' a bi Berîvanan re

  • 15:29 15 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Welatiyên ku di "civîna civaka demokratîk" de ya li Deşta Keprê axivîn, bal kişandin ser azadiya Abdullah Ocalan û gotin, "Divê êdî çiya û deştên me ji me re qedexe nebin."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Rêxistina Navçeya Geverê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de xebatên xwe didomînin. Di van civînan de, ku ji bo belavkirina "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir, hevdîtin bi jinên Berîvan re jî li Deşta Keprê ya ku demek dirêj hatibû girtin û vê dawiyê ji nû ve hatibû vekirin bûn, hatin kirin.
 
'Em niha jî dixwazin aştiyê bibînin'
 
Hevserokê Navçeya Geverê ya DEM Partiyê Ercan Sevmez li cihê ku pankarta "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" lê hatibû daliqandin axivî û got, "Sedema sereke ya ku em hatin vir ew e ku em li ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirkiyeyê re biaxivin. Ev hevdîtin têne kirin ji ber ku divê şerê ku bi salan e li ser van axan tê meşandin bi dawî bibe. Ev şer tenê bi danûstandin û diyalogê dikare were rawestandin. Hûn hemû baş dizanin ku ev çiya, kevir, deşt û çemên ku diherikin şahidên vî şerî ne. Bi salan e li vê cihê ku em lê dijîn şerên cidî hatine kirin. Çawa ku me şer dît, em niha jî dixwazin aştiyê bibînin. Divê xwişk û biratî û aştî were ser van axan. Ji bo vê yekê, divê hemû gel têbikoşin û hewl bidin."
 
'Qedexeyên zozanan bi dawî bikin'
 
Piştî axaftina Ercan Sevmez, welatiyekî ku hatibû zozanan daxwazên xwe anîn ziman. Bi gotina ku divê xwînrijandin bi dawî bibe û wiha dewam kir, "Em naxwazin zarokên herdu aliyan jî li van çiyayan êdî jiyana xwe ji dest bidin. Em dixwazin wekî xwişk û bira bi hev re bijîn. Em naxwazin zozan, çiya û deştên me ji me re werin qedexekirin. Em dixwazin her kes bikaribe biçe her cihê ku dixwaze û em dixwazin bikaribin pezên xwe bi azadî bibin zozanên xwe. Em van gavên ku ji bo herdu aliyan hatine avêtin hêja dibînin."
 
Daxwaza Azadiya Abdullah Ocalan
 
Yek ji Berîvanan daxwaza azadiya hemû girtiyan, bi taybetî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Berîvan diyar kir ku gava herî girîng di vê aştiyê de azadiya girtiyan e û got, "Daxwaza me ya herî mezin ew e ku ev xwînrijandin raweste û şer bi dawî bibe. Em niha azadiya rêberê xwe, endamên meclîsa xwe û zarokên xwe yên ku bi salan e di girtîgehê de ne, dixwazin."
 
Civîn bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.