ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2025'AN

  • 09:00 29 Tîrmeh 2025
  • Rojev
 
*Endama OHD' Arzu Eylem Kayaoglu li ser girîngiya avakirina komîsyona ku dê li Meclîsê li ser bingehek yasayî were damezrandin û avêtina gavên yasayî di pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de şîrove kir û got, "Divê dewlet gavên erênî bavêje da ku têkiliyek nû ya baweriya hevbeş were avakirin." DÎMEN HEYE 
 
*Dayikên Aştiyê di civînên gel ên li Elbakê de axivîn û gotin, "Divê êdî tu dayik negirî, werin em li dora aştiyê bibin yek." DÎMEN HEYE 
 
*Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan tekez kir ku fikra konfederalîzma jinan, ku ji hêla pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ve hatiye teşekirin, ne tenê modelek rêxistinî ye, lê alternatîfek civakî ye ku ji hêla jinan ve li dijî pergala cîhanê ya ku ji hêla mêran ve tê serdest kirin û pêdiviyek jiyanî ye.
 
*Yazdeh sal di ser fermana Şengalê re derbas bûn. Komkujî, berxwedan û ji nû ve avakirin veguheriye dîrokeke nû ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin.
 
*Jinan behsa zêdebûna hejmara komkujiyan kirin û destnîşan kirin ku dewletê çareseriyek nedîtiye, pêwîstiya bi qanûnên wekhev û parastinê yên ku mafên jinan diparêzin, destnîşan kirin û tekez kirin ku divê ceza ji sûcdaran re werin dayîn.DÎMEN HEYE