
Qeyûm 229 karker ji kar derxist
- 17:50 29 Tîrmeh 2025
- Rojane
WAN - 229 karkerên di bin bana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê bi rêvebirin, ji kar hatin derxistin. Bi telefonê li karkeran geriyan û gotin ‘lêpirsîna arşîvê neyînî derketiye ji ber vê mafê we yê kar hatiye feshkirin.’
15’ê Sibatê de qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû û xespkirina destkeftiyên gel didomin. Qeyûm 49 karkerên di Îdareya Av û Kanalîzasyonê de(VASKÎ) de dixebitîn û 180 karkerên di bin bana Belvan de dixebitîn ji kar derxistin.
Hat hînbûn ku bi telefonê li karkeran geriyane û gotin: “lêpirsîna arşîvê neyînî derketiye ji ber vê mafê we yê kar hatiye feshkirin.”