Ji Şaredariya Peyasê û Hênê kampanyayeke hevpar

  • 20:24 22 Tebax 2025
  • Rojane
 
 
AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê û Navenda Piştgiriya Jinan a Şaredariya Hênê, di çarçoveya kampanyaya “Gotina Me Neqediyaye, Em ê Bi Hevre Tundiyê Bisekinînin” de li gundê Çemo bi jinan re hatin cem hev.
 
Ji bo rawestandina kuştinên jinan ên ku di van salên dawî de zêde bûne, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê ji destpêka meha Tebaxê ve xebatên xwe didomîne. Bi hevkariya Navenda Piştgiriya Jinan a Şaredariya Hênê, di çarçoveya kampanyaya “Gotina Me Neqediya ye, Em ê Bi Hevre Tundiyê Bisekinînin” de li gundên Çemo bi jinan re hevdîtin hat kirin û derbarê pêvajoyê de agahî hatin parvekirin. Di hevdîtinê de li ser newekheviya zayendî ya civakî, cureyên tundiyê û mekanîzmayên serlêdanê agahdarî hatin dayîn.
 
Di hevdîtina li gundê Çemo de, jinan li ser keda wanî nedîtî ya li gund, pirsgirêkên ku dijîn û çareseriya van pirsgirêkan axivîn. Di çarçoveya kampanyayê de broşûr hatin belavkirin û derbarê Navenda Piştgiriya Jinan de agahdarî hatin dayîn.
 
Şaredariya Peyasê û ya Hênê ji bo xurtkirina piştgiriya li dijî tundiya li ser jinan û zêdekirina hişmendiyê wê xebatên bi hev re bidomînin.