Rojnameya Cumhuriyetê Gulistan Tara û TJA hedef girt

  • 12:20 27 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Cumhuriyetê, dijbertiya xwe ya li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi hedefgirtina TJA û rojnameger Gulistan Tara ku hatibû qetilkirin, derxist asta tetîkkêşiyê. 
 
Rojnameya Cumhuriyetê, dijberiya xwe ya Pêvaoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, didomîne. Rojnameyê, piştî hevpeyvînên xwe yên bi derdorên neteweperest û nîjadperest ên ku li dijî pêvajoyê diaxivin, îcar jî rojnameger Gulistan Tara ku hatibû qetilkirin û Tevgera Jinên Azad (TJA) hedef girt. 
 
TJA’yê, di 24’ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê ragihand ku Komîsyona Jin û Destûra Bingehîn ava kiriye û ji bo jin di pêvajoya amadekariya destûra bingehîn a nû de di komîsyona li Meclisê de cih bigirin, bang kir. Rojnameya Cumhuriyetê jî ev daxuyanî bi îmzeya Aytunç Urmez bi sernavê “Ji rêxistina jinan a PKK’ê hemleyeke nû: Ji bo guherandina destûra bingehîn xebateke nû” serwîs kir. 
 
Her wiha hevpeyvîna têkildarî rojnameger Gulistan Tara ku di 23’yê Tebaxa 2024’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê tevî hempîşeya xwe Hêro Bahadîn ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatibû qetilkirin jî hedef hate nîşandan. 
 
Di nûçeya bi îmzeya heman kesî hatiye weşandin de ji bo Gulistan Tara gotinên weke “Terorîsta ku xebatên propaganda û dezenformasyonê birêve dibe” hatin bikaranîn. Di heman nûçeyê de cih dan hevpeyvîna yek ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan a têkildarî Gulistan Tara de.