Li Seqizê greva giştî ya ‘Jîna Emînî’

  • 14:52 16 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî, li bajarê wê Seqizê esnafan çalakiya greva giştî li dar xistin û deriyên dikanên xwe venekirin. 
 
Bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî, li bajarê wê Seqizê greva giştî hat ragihandin û tu esnafan îro deriyên dikanên xwe venekirin. Hêzên rejîmê, yek bi yek li esnafan geriyan û ji bo vekirina dikanan gef xwarin. Li seranserî bajar jî hejmara leşker û hêzên din ên rejîmê hate zêdekirin. Hat zanîn ku hêzên ewlekariyê dewriyeyên xwe zêde kirin.