'Em ê têkoşîna mamoste Hêvî bigihînin serkeftinê'

  • 11:32 29 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star ragihand ku endama Koordînasyona Kongra Starê Hêvî Silêman roja sêşemê ji ber penceşêrê şehîd bûye.
 
Kongra Star ragihand ku bi xemgîniyeke mezin agahiya şahdeta Hêvî Silêman wergirtine û hate gotin: “Berî her tiştî em dibêjin ku hevrê Hêvî ji bo gelê Rojava, ji bo têkoşîna me ya azadiya jinan, her wiha ji bo gelê me yê Efrîn-Helebê, windahiyeke mezin bû. Hevrê Hêvî têkoşîneke 30 salan zêdetir a bênavber, bêwestan û bê teredut meşand.”
 
Kongra Star da zanîn ku armanc û xeyalên wê ew bûye ku li ser rûyê cîhanê jineke bindest û nerêxistinkirî nemîne û wiha pê de çû: “Her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me, ew bi hemû hêza xwe di nava têkoşînê de bû. Heta ji bo wê jî rasterast di nava komîteya azadiya fîzîkî ya Rêbertî de cih girt û bi salan jî ji bo wê têkoşîn kir. Hevrê Hêvî di heman demê de li cem Serok Apo maye û di perverdeya Serok Apo re derbas bûye. Hevrê Hêvî li kêleka kar û xebatên ji bo azadiya gelê xwe, ji bo azadiya Rêberê xwe, di heman demê de kedkara malê bû, dayikeke pîroz bû. Di vê hêlê de jî ew mînakeke rasterast a ji bo hemû jinan bû.”
 
Daxuyaniya Kongra Star wiha berdewam kir: “Di hemû bêderfetî, zor û zehmetiyan de hevrê Hêvî bi encam kar derxistiye holê. Her wiha ew mamosteya zimanê Kurdî bû. Di vê hêlê de jî Rêheval Hêvî gelek zarok perverde kirine û erka welatparêziyeke esasî pêk aniye. Hevrêya me di xwezanekirin, lêkolînkirin, polîtîkaya fêmkirinê de xwedî hewldanek û berhemekê bû, kesayeteke rewşenbîr bû. Di gelek akademiyan de bi dersên ku dayî, bi sedan mirov hatin perwerdekirin.”
 
Kongra Star destnîşan kir ku Hêvî bi keda xwe, bi kar û xebatên xwe, bi dilsoziya xwe, bi afirîneriya xwe her tim ked daye û hate gotin: “Ew mîrasa jinên têkoşer ên gelê Rojava, bi taybetî jî yê Efrînê diparêze û di her şert û mercî de ji sekna xwe venagere. Şehîd Hêvî pêşengtî ji bo hemû jinên Rojava, bi taybetî jî jinên Efrînê kir. Ew ji çanda berxwedana Efrîn-Şehbayê hatibû. Ew zaroka koçbertiyê bû û tevî her cûre zor û zehmetiya koçberiyê jî, tevî hemû êşên welatê xwe bi çavê xwe jî dît, wê ji her demê zêdetir xwe bi hêz kir û bi bersivdayîna xurtkirina têkoşînê xwest tola xwe ji dijminê xwe bigire. Şehîd Hêvî ji çanda malbateke welatparêz û xwedî şehîd hatibû. Malbata şehîd Hêvî ku di oxira azadiyê de gelek berdel dabûn û heta roja me a îro jî bi ked, fedakarî û dilnizmiya xwe tên naskirin.”
 
Kongra Star da zanîn ku Hêvî jineke Elewî bû û her tim dixwest ku jinên Elewî li hember dijminên xwe, xwe bi rêxistin bikin, têbikoşin û got: “Êşên jinan ji dil û can hîs dikir. Hemû xwesteka wê, têkoşîna wê, ji bo Sûriyeyek demokratîk ku jin tê de bi xweserî û azadiya xwe ve bijîn bû.  Bi vê bîr û baweriyê hevrêya me heta kêliya dawî jî ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe, xwesteka têkoşînê bê navber domand. Em jina wêrek, mamosteya hêja, şoreşgera  mezin, dayika pîroz, Endama Koordînasyona Kongra Star hevrê Hêvî bi dilsozî oxir dikin. Û ji Serok Apo re, ji tevahî gelê Kurdistanê re, ji malbata me ya kedkar û welatparêz re, ji gelê me yê Rojava û gelê me yê Efrîn-Helebê re sersaxiyê dixwazin.”
 
Kongra Star dawiyê de aşkera kir ku ew hevrêya xwe wek ‘şehîda Kongra Star’ îlan dikin û hate gotin: “Em ê têkoşîna şehîd Hêvî bigihînin serkeftinê. Ji bo ku em xeyalên heval Hêvî pêk bînin, emê bi hemû hêza xwe kar û xebatê xwe mezintir bimeşînin. Bila ruhê te şad be. Oxir be hevrê Hêvî...”