Wezîrê Dadê : Dê bi biryardarî bê lêkolînkirin
- 15:02 14 Nîsan 2026
- Rojane
ENQERE - Wezîrê Dadê Akin Gurlek, têkildarî binçavkirinên di doza windabûna Gulistan Dokû de got: "Çi dibe bila bibe, bi biryardarî tê lêkolînkirin."
Îro danê sibê, di lêpirsîna windabûna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokûyê de ku di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê winda bûbû, 11 kes hatin binçavkirin. Ji bo du kesên din jî fermana zevtkirinê hat dayîn. Wezîrê Dadê Akin Gurlek, bi rêya platforma medyaya sanal X'ê der barê pêşketinên di dosyeyê de got: "Bêyî tu guman an îdia bê paşguhkirin; çi dibe bila bibe, bi biryardarî tê lêkolînkirin."
Akin Gurlek di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ez êşa malbata Dokûyê parve dikim ku bi sebreke mezin vê pêvajoya dijwar û berfireh şopand; ez spasiya Serdozgeriya Komarê ya Tûnceliyê dikim ku bi fedakarî ji bo edaletê dixebite û polîsên me bi xîret dixebitin. Li gorî vîzyona Serokkomarê me ya 'Sedsala Tirkiyeyê dê bibe Sedsala Edaletê', em ê heta ku bûyereke kiryar nediyar nemîne, hemû çavkaniyên hiqûqê seferber bikin."







