Cejna Çarşema Sor bi coşek mezin hat pîrozkirin
- 18:03 15 Nîsan 2026
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN – Êzidiyan li gelek bajaran Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.
Êzidî her sal di roja Çarşema yekem a piştî 13'ê Nîsanê de Cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Ev cejn ku wekî sembola ji nû ve zayînê û destpêka biharê tê hesibandin, îsal bi çalakiyên curbicur li gelek bajaran hat pîrozkirin.
Amed
Li taxa Bahçeçîk a navçeya Sûrê ya Amedê pîrozbahiya Çarşema Sor hat lidarxistin. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ligel Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, ji bo pîrozkirina cejnê serdana malbateke Êzidî ya li taxê kirin. Hevşaredaran cejn li malbatê pîroz kirin û destnîşan kirin ku bawerî û çandên cuda dewlemendiyeke civakî ne.
Êlih
Cejna Çarşema Sor li gundê Korix ê bajarokê Awiské yê navçeya Qubîn a Êlihê hat pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Êlihê Semra Guneş, di pîrozbahiyê de axivî û cejna welatiyên Êzidî pîroz kir û got: "Bila ev cejn ji bo gelê Êzidî û hemû gelê Kurd pîroz be. Bila Çarşema Sor aştî û edaletê bîne Kurdistanê."
Piştî vê yekê, welatiyê Êzidî Yusuf Tagay jî xwest ku Cejna Çarşema Sor ji bo gelê Êzidî û hemû gelên cîhanê aştiyê bîne.
Piştî axaftinan, beşdaran bi duayan destbendên 'Basınbar' li lepên xwe girêdan. Piştî çalakiyê, welatiyên Êzidî yên li gundê Şasim hatin ziyaretkirin.
Wêranşar
Li gundê Kermê yê navçeya Wêranşarê ya Rihayê, ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê bernameyeke pîrozbahiyê hate lidarxistin. Bernameya cejnê, bi pêşengî û hevkariya Komelaya Êzidiyên Wêranşarê û Şaredariya Wêranşarê pêk hat.
Pîrozbahî, bi bicihanîna rîtuel û tewafên olî dest pê kir. Piştî merasîma olî, beşdaran bi stran û gerandina govendê cejn pîroz kirin. Li gorî kevneşopiya cejnê, li qada pîrozbahiyê mase hatin danîn û hêkên rengkirî, şêranî û şekir li mêvanan hatin belavkirin.
Bernameya pîrozbahiyê, piştî gerandina govendê û şahiyê bi dawî bû.







