Kongra Star pêşmergeyên jin bi bîr anî

  • 15:10 19 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star 3 pêşmergeyên jin ên di êrişên Îranê de şehîd ketîn bi bîr anîn û banga xwedîlêderketina têkoşînê kir.
 
Koordînasyona Kongra Star, têkildarî êrişên rejîma Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û şehadeta 3 pêşmergeyên jin ên bi navên Xezal Mewlan, Nada Misrî û Samîra Allahyarî daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku ev êriş ne tenê leşkerî ne, di heman demê de êrişên rasterast ên li dijî vîna jinan, civakê û yekitiya gelê Kurd in.
 
‘Êriş li dijî yekîtiya Kurdan e’
 
Kongra Star bal kişand ser hedefgirtina jinan û diyar kir ku zîhniyeta ku têkoşîna jinan qebûl nake, bi van êrişan dixwaze tirsê di nava civakê de belav bike û berxwedana jinan bişkîne. Di heman demê de, hate diyarkirin ku ev êriş wekî astengkirina hewldanên yekitiya Kurdan û lawazkirina statuya siyasî ya herêmê tên meşandin.
 
Kongra Star pêkanînên li dijî jinên şehîd ketîn da û ev pêkanîn wekî, “Şermeke civakî û birîneke kûr a wijdanî” pênase kir û destnîşan kir ku hiştina jineke xwedî mîrateya berxwedanê bi tenê, li gorî tu nirxên exlaqî û mirovî nîne.
 
‘Li dijî êrişan helwestek zelal nîşan bidin’
 
Di dawiyê de, Kongra Star bang li raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, saziyên jinan û tevahiya gelê Kurd kir ku li dijî van êrişan helwesteke zelal nîşan bidin, xwedî li nirxên xwe derkevin û hevgirtina xwe xurt bikin.