Li ser rêya Şemzînan-Rûbarokê hezaz çêbû
- 15:14 19 Nîsan 2026
- Ekolojî
COLEMÊRG - Rêya di navbera Şemzînan û Rûbarokê de ji ber lehî û rabûna avan li hatin û çûnê re hate girtin.
Li Colemêrgê pirsgirêka veguhestinê, ji ber hezazên di demên dawî de her ku diçe girantir dibin. Rêya di navbera Colemêrg û Wanê de ev nêzî hefteyeke girtî ye û niha jî rêya di navbera Şemzînan û Rûbarokê de ji ber lehî û rabûna avan hate girtin. Bi taybet jî rêya di navbera Colemêrg-Wanê, Şemzînan, gever û Çelê de her sal ji ber heman pirsgirêkan tên girtin. Xelkê bajar çareseriyên mayinde daxwaza dikin.







