PE’yê diyar kir ku bêyî daxwazê têkiliya zayendî destdirêjî ye!

  • 14:36 29 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Ewropayê (PE) biryara ji bo ku li seranserî Yekîtiya Ewropayê (YE) pênaseyeke hevpar ji destdirêjiyê re were kirin, qebûl kir.
 
Di biryarê de hate destnîşankirin ku bêyî xwesteka azad û eşkere her cure têkiliya zayendî divê weke destdirêjî were nirxandin.
 
Di metna hatî qebûlkirin de, hate diyarkirin ku xwestek “divê eşkere, bi îradeya azad û bêteredut” be û hate ragihandin ku bêdengî yan jî nebûna berxwedana fîzîkî û devkî, nayê wateya xwestekê. Her wiha hate ragihandin ku têkiliyên berê yan jî rewşên mîna zewacê, weke xwesteka otomatîk nayê hesabkirin.
 
Biryar sala 2022’yan li Spanyayê hate qebûlkirin û behsa sererastkirina qanûnî ya li ser esasê pîvana “tenê erê, erê ye” hate kirin. Hate pêşniyarkirin ku ev nêzîkatî li seranserî Yekîtiya Ewropayê were pejirandin.
 
Piştî biryara ku bi 447 dengan hatî qebûlkirin, çav li Komîsyona Ewropayê ye. Ji bo ku pêşniyara qanûnî ya muhtemel a ji aliyê Komîsyonê ve were amadekirin bikeve meriyetê, pejirandina dewletên endam pêwîst e.