Parlamenter Ceylan Akça rewşa koçberên Efrînê bir rojeva Meclîsê

  • 14:58 29 Nîsan 2026
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça derbarê koçberên gundê Cilbirê yê Efrînê de ji ber dorpêçkirina Tirkiyeyê nikarin vegerên cih û warên xwe 5 pirs ji Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan kir.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo derbarê koçberên gundê Cilbirê yê Efrînê de pêşniyazname da Meclîsê. Koçberên gundê Cilbirê yê Efrînê ji sala 2018an vir ve ji Efrînê hatine derxistin û ji wê demê ve Efrîn di bin dorpêça Tirkiyeyê de ye. Tevî komîte ava bûne jî lê welatî nikarin vegerin gund û warên xwe. Ji ber ku leşkerên Tirk li wan deveran in, welatî ji ber ewlehiyê nikarin vegerin gundê xwe.
 
Parlamenter Ceylan Akşa derbarê mijarê de pirs ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan kir.
 
Ceylan Akça ev pirs ji Hakan Fîdan kir:
 
* Gelo heta meha Nîsanê ya 2026an li Sûriyeyê çend cih û baregehên lêşkerî yên Tirkiyeyê hene?
 
* Gelo hûn derbarê îdiayên li gundên nêzî baregehên lêşkerî yên Tirkiyeyê ne vegera welatiyan tê astengkirin çi difikirin?
 
* Gelo bi çi hinceta leşkerî vegera koçberên gundê Cilbirê ya Efrînê tê astengkirin?
 
* Gelo ji bo mal û milkê Kurdên Efrînê ku dest dabûn ser, dîsa radestî welatiyan bê kirin, bi hikûmeta Sûriyeyê re we koordînasyonek ava kiriye an na? Heke we ava kiribe çarçoveya wê koordînasyonê çi ye? Heta niha çend mal û milkên welatiyan hatine radestkirin?
 
* Gelo ji bo bicihanîna hiqûqa mulkiyetê hûn difikirin ku gaveke dîplomatîk biavêjin an na?
 
Etîket: Efringundê Cilbirê yê EfrînêHakan Fidankoçberên Efrînê