Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVA'yê kirin

  • 18:11 7 Gulan 2026
  • Rojane
ENQERE -  Şandeya Meclisa Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVAyê kirin.
 
Şandeya Meclisa Dayikên Aştiyê ku di çerçoveya Pêvajoya Aştî û Civak Demokratîk de bi boneya Roja Dayikan serdana partiyên siyasî dikin. Dayik piştî serdana MHP'ê serdana Partiya DEVA'yê kirin.
 
Şandeya Dayikên Aştiyê ku ji Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butunê pêk tê bi Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya ve li Navenda Giştî ya Partiya DEVA'yê bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan re hevdîtin pêk anîn. Cigirê Serokê Giştî û Parlamenterên Partiya DEVA'yê Sadullah Ergîn û Mehmet Emîn Ekmen jî di hevdîtinê de amade bûn.